Dadgehê cezaya salek girtîgehê ya Fîgen Yuksekdag erê kir

Cezayê salekê ji hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag re hat dayin ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin.

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ku ji ber axaftin û tevlêbûna wê ya meşa 15’ê Sibata 2015’an de li Saraçhane ya Stenbolê bibû salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ev ceza ji aliyê dadgehê ve hate erêkirin.

Di doza ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdiaya propagandaya rêxistina terorê kiriye, li dijî qanûna hejmar 2911 ya derbarê xwepêşandan û meşan de pesnê sûcdaran daye hat vekirin.

Di 11’ê Nîsana 2017’an de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” ceza li Yuksekdag hate birîn.

Yuksekdag ji îdiayên din hat beraatkirin.

Parêzerên Yuksekdag nerazîbûn nîşanî cezayê girtîgehê dan.

Back to top button