Hind zaroka 12 salî qurbaneke din a zewaca temenê biçûk e

Li Yemenê zewaca di temenê biçûk de li gor salên berê bi sê qatan zêdetir bûye.Yek ji wan mînakan jî çîroka Hînd a12 salî ye. Hind bi kesekî 30 salî re dizewice, du zarokan tîne û dawiyê hev berdidin û hîna temenê wê 18 salî nekirye.

Zewaca di temenê biçûk de kuştina jiyanê û destdirêjiya li ser civakê ye.

Mijara zewaca di temenê biçûk de beriya ku li dadgehê vegere, xwe dispêre zihniyeta olperest, baviksalar û destihlardariyê.

Hind zaroka 12 salî ya ji Yemenê yek ji wan zarokên ku bûye qurbana zewaca di temenê biçûk de.

Ji temenê 3 salî ve bavê Hind di girtîgehê de ye û li herêma başûrê rojavayê paytexta Sana dijî.

Hind hîna refa 6 a dibistana seretayî dixwîne, bi kesekî temen mezin re didin zewcandin.

Zewaca wê ne weke yê her kesî bû.

Bavê wê bi zilamekî 30 salî ku ji ber bazirganî û bikaranîna madeyên hişbirê li cem wî di girtîgehê de bû dizewicîne.

Piştî demekê Hinda zarok, dibe dayîka 2 zarokan ku hîna temenê wê nebûye 18 salî.

Li gor agahiyê ku bavê Hînd ji kalana DW ya Elmanî re ragihandinî, Piştî demekê hatiye zanîn ku wî zilamî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Di encamê de Hind dawî li vê kabûsê tîne û xwe berdide.

Şerê navxweyî yê li Yemenê pirsgirêkên civakî li pey xwe anîn.

Li gor daneyên NY’î ji Adara 2019’an ve zewaca temen biçûk a jêr temenê 18 salî de li gorî salên 2017-2018 sê qat zêde bûye.

Li gorî lêkolînan, hejarî sedema sereke ya vê zewacê ye.

Ji ber wê heta niha bi hezaran zarok mirine an jî derûniya wan xerab bûye û hev-berdane.

Back to top button