Huner ji bo min şoreşek e

Şêwekar Biharîn Sîno dema xwe ya di malê de vala derbas nake, Rastiya rewşa ku em tê de derbas dibin bi riya tebloyên xwe pêşkêşî civaka xwe dike û dibêje: Huner ji bo min şoreşek e û ez tê de pêşeng im, li ser vê bingehê ez jiyana xwe didim avakirin û tabloyên xwe xêz dikim.

Vîrûsa Koronayê yekem car li welatê Çînê derket û ji ber vê vîrûsê gelek mirov jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo parastina gel ji Vîrûsa Koronayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nederketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatî Suriyê ragihand û heta niha jî dewam e.

Biharîn Sîno 28’salî ji Efrînê ye û li taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê dijî.

Biharîn bi xwe şêwekarek e û cihê xwe di nava Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê de, digire.

Dema xwe di malê de bi xêzkirina wêneya derbas dike û hewil dide ku bi riya xêzkirina wêneyan êş û hunera civaka xwe bide diyarkirin.

Şêwekar Biharîn bal kişand ser rewş û xeteriya Vîrûsa Koroayê Ya ku tevahî cîhan tê re derbas dibe.

Biharîn diyar kir ku bi riya wêneyan ez xeyalên xwe pêk tînim, her mirovekî ku xwe di aliyê hunerê de bibîne, divê xwe pêş bixe.

Back to top button