Kongresa Emerîkî bi piraniya dengan pêşniyara cezakirina Tirkiyê erê kir

Kongresa Emerîka biryara cezakirina dewleta Tirk bi piraniya dengan erê kir.

Kongresa DYA ya jor Seneto qanuna butçeya parastinê ya 2020 an erê kir.

Qanûna bûtçeya ku bi giştî 738 milyar dolar bû, hefteya derbasbûyî ji aliyê Komîteyên Xizmetgozariya Çekdarî ya Meclîsa Nûneran û Senatoya Emerîkayê ve hatibû pejirandin.

Qanûna mijara gotinê, piştî ji aliyê serokê Emerîka Donald Turmp ve hate erêkirin wê bikeve meryetê.

Mijara ku tirkiyê digre nava xwe jî mijara kirîna sîstema parastina S 400 a Rûsî ji aliyê tirkiyê ve ye.

Ji ber kirîna S 400 an êdî tirkiye nikare balefirên F 35 yên Emerîka bikire.

Di senetoyê de qanûna ku kete dengdanê li pêşberî 8 denên dijber, biryar bi 86 dengan hate erêkirin.

Di nava van biryaran de cezayên li ser projeya TurkAkim ê jî digre nava xwe.

Leave a Reply

Back to top button