Revandina endamên RJAK’ê ji aliyê PDK ve ev meheke agahî ji wan nayê girtin

Ev meheke li ser girtina sê endamên RJAK’ê re derbas dibe û heta niha tu agahî ji wan nayê girtin. Hiqûqnas Razaw Gulî binçavkirina her sê endamên RJAK’ê nehiqûqî û berevajiya destûrê pênase kir û got: “Ji bo çewisandinê peyameke û ji bo jinên din jî dibêje ku wê rojekê çarenivîsa we jî heman be.

5’ê Tebaxê sê endamên RJAK yên bi navê Xewle Mehemed, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed beşdarî merasîma bîranîna komkujiya li ser Şengalê bûn, di dema vegerê her sê jin ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatin giritn.

Heya niha agahî ji her sê jinan ku 2 ji wan dayîkin tune ye.

Asayîşê ji parêzerên wan re gotiye tu sucê wan nîne, tenê mijar siyasî ye ji ber vê heta niha dosyaya wan weke xwe mane û tiştek têde nehatiye nivîsandin.

Her wiha asayîşê ji parêzeran re gotiye ku ew ê dosya sê endamên RJAK’ê bişînin dadgehê, lê belê derbarê dema şandina dosyayê de tu zanyarî nedane.

Ev yek ji aliyê rêxistina RJAK’ê ve bûye cihê fikarê û jinan diyar kirin ku nabe endamên rêxistinek fermî li Iraqê û Başûrê Kurdistanê werin girtin, ev li dijî mafê mirov û jinane.

Hiqûqnas Razaw Gulî: Girtina endamên RJAK’ê peyama çewisandinê ye

Hiqûqnas Razaw Gulî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got:

Mixabin tişta ku îro li Herêma Kurdistanê rû dide berevajiya hemû yasa û bingehên mafên mirovane.

Razaw Gulî diyar kir ku nabe kesek demek dirêj bêyî sedem di bin çavan de bimîne û were winda kirin û wiha anî ziman:

Ne çaranûsa wan tê diyarkirin û ne jî parêzer dikarin wan bibînin, ev yek li dijî peymanên navneteweyî û mafê mirovane.

Ev yek ji bo çewisandinê peyameke, ji bo jinên din ên di nava karên rêxistînî û siyasî de jî peyameke ku rojekê wê çarenivîsa wan ji heman be.

Back to top button