Cemal Şêx Baqî: Dewleta Tirk PDK’ê ji bo pêkanîna planên xwe bikar tîne

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û da zanîn PDK Başûrê Kurdistanê ber bi karesateke mezin ve dibe.
Şêx Baqî bang li partiyên kurd kir ku li ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rabin.

Bertekên li hemberî hevkariya PDK’ê bi êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd, zêde dibin.

Têkildarî mijarê Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî ji ajansa ANHA yê re axivî.

Şêx Baqî diyar kir êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û hewldana qirkirina wan ne tiştekî nû ye, lê belê ji beriya sedsalan ve dewam dike.

Cemal Şêx Baqî bi bîr xist dewleta Tirk di dîrokê de bi armanca têkbirina şoreşên kurdan ji şêxên eşîran û oldarên Kurd bi kar dianî, ev siyaset dewam dike ku niha PDK’ê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne.

Şêx Baqî anî ziman divê PDK li dîroka siyaseta dewleta Tirk binêre, bi taybet nêzîkatiyên wê yên dema refrandumê li Başûr bîne bîra xwe.

Cemal Şêx Baqî: PDK’ê Başûr kiriye navenda MÎT’ê

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê, Cemal Şêx Baqî da zanîn ku piştî dewleta Tirk PDK di aliyê siyasî û aborî de bi temamî xist bin kontrola xwe hişt ku başûr bibe meydana MÎT`a Tirk.

Şêx Baqî diyar kir ku partiyên kurd yên li Başûrê Kurdistanê planên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û hewldana qirkirina wan red dikin û got:

“PDK, herêmê ber bi kareseteke mezin ve dibe. Mixabin PDK’ê komployan li dijî kurdan didomîne.”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Tu kes nikare xwe û gelê Kurd bixapîne, divê PDK û hin partiyên kurd yên li Rojava ku hevkariyê bi wan re dikin baş bizanin ku armanca dewleta Tirk qirkirin hemû Kurdan e.”

Back to top button