Rola dayikê di rêgirtina li pêşiya madeyên hişbirê de girîng e

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ji 1’ê Tebaxê ve dest bi kampanyekê ji bo hişyarkirina civakê ji narkotîkê kir.
Çalakî bi dirûşma “Bi hev re civaka xwe biparêzin û ewlehiyê pêk bînin” pêk tên.
Meclisê di çarçoveya çalakiyên xwe de, îro semînerek têkildarî metirsiyên narkotîkê li ser kes û civakê li dar xist.

Semîner li bajarokê El-Hews ê rojhilatê Reqayê bi tevlîbûna dehan kesan hat li dar xistin.

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya, Hefîza Mela semîner bi rêve bir û behsa bandora şerê taybet li dijî civakê û rola wê di belavkirina narkotîkê de kir.

Hefîza destnîşan kir ku bazirgan, destpêkê ciwanan dikin hedef bi taybet xwendekaran.

Her wiha îşaret bi rola malbatê di hişyarkirina zarokên xwe de kir.

Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Emîne El-Casim jî got pêwîst e dayîk haj tevgerên zarokên xwe hebin û wan hişyar bikin.

Endama Rêveberiya Hêzên Asayişê Aya Mihemed jî balkişand ser cureyên narkotîkê û çawa derbasî herêmê tê kirin.

Back to top button