Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan daketin qadan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe tevî tank, top, balafirên şer û çekên herî pêşketî, di serî de Rûsya li ser erêkirina hêzên navnetewî li dijî Efrînê êrişa dagirkirinê destpêkirin. Li ser wî erdê piçûk, tevî kêm derfetiyan gelê Efrînê û şervanên xwe li dijî êrişên hovane 2 mehan berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Di nava van 4 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrînê hemû cure sûc, hovîtî û binpêkirin pêk anîn û hê jî dewam dikin. Di salvegera êrişên li ser Efrînê de îro bi hezaran welatiyên herêmê daketin qadan û xwestin dawî li dagirkeriya li Efrînê bê anîn.

Beriya 4 salan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li dijî Efrînê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûryê ji bo şermezarkirina êriş, dagirkirin û sûcên dewleta Tirk ên li ser Efrînê îro daketin qadan.

Şêniyên Qamişlo tevî şêniyên Efrînê ên li Qamişlo dimînin ji bo şermezarkirina dagirkirin û sûcên dewleta Tirk li Efrînê û bêdengiya civaka navnetewî meşiyan.

Li Hesekê bi hezaran şênî daketin kolanan û êrişên dagikeriya Tirk li ser Efrînê şermezar kir.

Bi hezaran şêniyênTil Temirê jî bi haman armancê daketin qadan û dagirkirin û sûcên dewleta Tirk li Efînê şermezar kir.

Li Kampa Waşûkanî jî koçberên Serê Kaniyê meşiyan û êriş û sûcên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê şermezar kir.

Koçberên Serê Kaniyê di çalakiya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkeriya Li Efrşnê û li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê bi dawî bike.

Li Herêma Firatê jî, bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êriş û dagikeriya li Efrînê li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi Qada Aştiyê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê endama Kongreya Sta Sultana Efrîn axivî got, komploya navneteweyî dijî gelê Kurd dewam e.

Bi hezaran şêniyên Reqayê jî bi heman armancê meşiyan û piştgriya xwe ji bo gelê Efrînê dijî sûc û êrişên dagkeriya Tirk nîşan dan.

Li Tebqayê jî, bi hezaran şêniyên herêmê li navenda bajêr meşiyan û sûc û êrişên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê şermezaar kir.

Back to top button