Artêşa Tirk êrişî gundekî Girkê Legê kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundekî Girkê Legê gulebaran kir. Gundê ku hat gulebarankirin gundê Delavê Kera bû.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe doh derengiya şevê gundê Delavê Kera yê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo gulebaran kir.

Li gor agahiyan di encama êrişê de ziyanên mirovî çênebûn.

Hemwextî vê êrişê pêr jî Artêşa Tirk û çeteyên ji baregeha Şêx Nasir, gundên Kor Horîk û Xalidiyê yên rojhilatê Babê bi mûşek û hawinan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirar gihişt erd û zeviyên şêniyên gundên navborî.

Back to top button