Rêveberên HDP’ê yên Xorasana Erziromê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li navçeya Xorasanê ya Erziromê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malên rêveberên HDP’ê yên navçeyê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu de girtin û ew binçav kirin.
Hat hînbûn ku her du rêveber li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin û derbarê hinceta binçavkirina wan de jî tu agahî nehatin bidestxistin.
Rojane ji aliyê polîsên AKP’ê ve serdegiertina malan çêdibe û rêveber, endam û hevserokên HDP’ê rastî tundiya wan tên û tên binçavkirin.