Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman û endama PYD′ê Nîroz Muslim tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û soz da ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan yê der barê azadiya jinan de bigihînin hejmareke mezin a jinan.
Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman di derbarê komplo û bandora tecrîdê ya li ser civakê axivî.
Hêvî Silêman: Projeya neteweya demokratîk mafên tevahî gelan mîsoger dike
Hêvî Silêman anî ziman ku komploya navneteweyî bi rêbazên din dewam dike û got:
Hêzên hegemonîk ên cîhanê komplo pêk anî da ku projeya xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin.
Hêvî Silêman destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk mafên tevahî gelan mîsoger dike û aştî û azadiyê li herêmê pêk tîne.
Nîroz Muslim: Em hêz û îradeya xwe ji fikrê Rêber Apo digirin
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nîroz Muslim jî bal kişand ku projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha anî ziman:
Dewletên komploger digotin dê bi girtina Rêber Abdullah Ocalan fikrê wî tune bikin, lê belê negihîştin armanca xwe.
Bi mîlyonan jin û gelên bindest fikrê wî dişopînin û pê bawer in.
Nîroz Muslim di dewiyê de bêdengiya naveteweyî ya li hemberî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan rexne kir û soz da Rêber Abdullah Ocalan ku dê fikrên wî yên der barê azadiya jinan de bighînin hejmareke mezin a jinan.