Fîlma ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ li du festîvalan xelata ‘fîlma herî baş’ wergirt

Fîlma ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ ku li Rojava hatiye kişandin, di du festîvalên cuda yên fîlman de xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ girt.

Di 10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê de “Xelata Fîlmê Herî Baş û Mafên Mirovan a 2023’yan” ji bo fîlmê “Gava Şitil Mezin Dibin” hate dayîn.

Fîlma ku hate xelat kirin li Rojavayê Kurdistanê hatiye kişandin.

Ev fîlm rêwîtiya bav û keça wî ya li herêmeke ku piştî salên dirêj ên şer û wêraniyê nişan dide.

Jûriya Festîvalê qala girîngiya fîlmê kir û got:

“Fîlmek ku bi derfetên kêm lê bi baweriya teqez bi hêza cewherî ya sîn

emayê hatiye çêkirin.”

Merasîma xelatdayînê roja Şemiyê hat lidarxistin.

Derhênerê fîlm Rêger Azad Kaya ji ber şert û mercên şer û zehmetiyan nikarîbû biçe Luganoyê.

Lê di festîvalê de dîmenê ku Azad Kaya şandibû hate guhdar kirin.

Back to top button