Roj bi roj dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde dikin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Temir, Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.
Beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Keyf ê Til Temirê topbaran kir.
Di encamê de kehrebe li ser navçe û gund hate qutkirin..
Hemwextî topbaranê balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê jî digeriyan.
Artêşa Tirk gundê Dibis û Rêya M4 topbaran dike
Her wiha li aliyek din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dibis û rêya M4 yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin…