Rêjîma Îranê welatiyekî Kurd binçav kir

Kurd li ku jiyan bikin ji zextan nafilitin .

Mînaka vê yekê jî Li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê duh hêzên rêjîma Îranê welatiyekî Kurd destgîr kir .Aqubeta wî jî nayê zanîn.

Hêzên rejîma Îranê duh bi ser mala welatiyekî Kurd yê bi navê Huseyîn Qureyşî (51) girtin.

Huseyîn Qureyşî xelkê bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ye .

Li gor agahiyan ew girtine û birine cihekî nediyar.

Kesên şahid dibêjin ku hêzên Îranê bêyî ku destûra dadgehê nîşanî Qureyîş bidin bi ser mala wî de girtine û ew binçavkirine.

Heya niha jî nayê zanîn bê ka Qureyşî ji ber çi hatiye binçavkirin û birine kuderê.

Back to top button