Li Ekwadorê li girtîgehekê alozî derket, herî kêm 20 kes mirin

Li Ekwadorê careke din li nava girtîgehê alozî derket. Di girtîgeheke li başûrê welat de ku doh girtiyan serî hildan, herî kêm 20 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Serokkomariyê bûyer li girtîgeha El Turi de Cûencayê dest pê kiriye û li gorî saeta herêmî heta saet 21.30’an jî dewam kiriye.

Wezîrê Karê Navxweyî Patrîcîo Carrîllo doh daxuyanî da û diyar kir hê bûyer neketiye bin kontrola wan.

Hate ragihandn di dema bûyerên şîddetê de herî kêm 20 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

90 girtî ji girtîgehê hatine derxistin û li gorî rayedarên girtîgehê tu girtî nereviyane.

Li Ekwadorê bi piranî girêdayî çeteyan, bûyerên şîddetê çêdibin.

Di sala 2021’an de jî di şerên girtîgehan de 320 girtî hatibûn kuştin.

Li Ekwadorê li 65 girtîgehan 30 hezar kes girtî ne, lê rêjeya girtiyan ji girtîgehên heyî sedî 30 bêtire.

Back to top button