Berdevkê Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê bi twitreke bi zimanê Kurdî, xemgîniya xwe ji bo şêniyên Qamişlo ku rastî teqînan hatin anî ziman..
Berdevkê Koalîsyonê Malays Caggens , doh li bajarê Hesekê daxuayaniyeke hevbeş li gel fermandarên QSD’ê da..
Caggens piştî wê û rûdana teqînên li Qamişlo tiwittek bi zimanê Kurdî belav kir..
Tê de diyar kir ku cihê şanaziyê ye ku, wan li ser hevalbendî û erkên jinavbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li gel berdevkê ragihandina QSD’ê Mustefa Balî û berdevkê QSD’ê Kîno Gabiryêl nîqaş kirin..
Her wiha Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ji bo êrîşên bombeyî li Qamişlo jî got ” em ji bo sivîlên ku li Qamîşlo hatin qetilkirin, hevxemiyên xwe dişînin”.