Dewleta Tirk a qirker gundê Rebîhat ê Zirganê topbaran kir

Îro dîsa dewleta Tirk a qirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Vê carê jî gundên Zirganê bûn hedefa êrişên wî yên hovane.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Rebîhat ê 2 km dikeve rojavayê bajarokê Zirganê topbaran kir.

Hemwextî vê êrişê balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser bajarê Kobanê digeriyan.

Ji derdora du hefteya ve rojane balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Kobanê digerin.

20’ê Cotmehê balafireke bêmirov a Tirk erebeyeke sivîlan li bajarê Kobanê bombebaran kir.

Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

23’yê Cotmehê jî li ser rêya Kobanê-Helebê li erebeyekê da û 3 şervanên QSD’ê şehîd kirin.

Back to top button