Li Bakurê Kurdistanê jimara qurbaniyan gihişt 25 hezarî

Her ku diçe bîlançoya erdhejê girantir dibe.
Li gorî daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk hejmara kesên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, derket 24 hezar û 617’an.

Li ser erdhejê re 7 roj derbasbû

Lê ji ber nêzîkatiyên desthilata Erdogan bîlanço girantir dibe.

Li Semsûrê 4 kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji destdan

Li Semsûrê ji ber derengmayîna tîmên rizgariyê 4 kesên di bin kavilan de mabûn ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/197968

Li Mereşê Tîmên Wezareta Rewşên Lezgîn ên Kirgizistanê piştî 138 saetan 8 kesên din bi saxî ji bin kavilan rizgarkirin.

Li Amedê cenazeyê muzîkjena Ermen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan hate derxistin

Hûnermenda Ermen muzîkjen Zîlan Tîgrîs li Amedê di bin kavila mala xwe ya taxa Ofîsê de mabû, jiyana xwe ji dest da.

Zîlan Tîgrîs bi hûnera xwe bibû dengê civaka kurd û ermen.

Di bin kavilên avahiyên Amedê de heta niha 298 kesan jiyana xwe ji dest daye.

HDP ji mexdûrên erdheja Semsûrê re alîkarî şand

HDP bi hemû rêxistinbûna xwe ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bike di nav liv û tevgeran de ye

Di pêşengtiya HDP’ê de ji mexdûrên erdhejê yê Semsûrê re alîkarî hate belav kirin.

Ahmed Tûrk: Li Semsûrê dewlet nîne, emê bi xwe birînê xwe bipêçin

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Ahmed Turk ku di erdhejê de 17 xizmên xwe wendakiriye serdana Semsûrê kir û got: Li vir dewlet nîne, em hêviyê lê nekin, em bi xwe birîna xwe bipêçin.

Ji aliyeke din ve li bajarê Îzmîrê alîkariya ku HDP’ê komkiribû polîsên desthilata Erdogan dest danî li ser alîkariyê.

Polîsan dest danîn li ser konvoya alîkariya HDP’ê û gule reşand

HDP’yiyan bertek nîşanî polîsna da, polîsan gule li xebatkaran reşand.

Hêjayê bibîrxistinêye ku rejîma erdogan van alîkariyên gel komkiriye li ser navê xwe dişînê cihê ku dixwaze.

Back to top button