XEBATÊN JI BO DEMSALA ZIVISTANÊ LI KAMPAN BERDEWAM DIKE

Bi hatina demsala Zivistanê re Şaredariya Gel a Efrînê dest bi xebatên xwe yên xizmetguzariyê yên plankirî kir.
Rêveberê şaredariyê Mihemed Elo tekez kir ku bi awayekî bênavber li gund, navçe û kampên li kantona Şehbayê dixebitin ku amadekariya zivistanê bikin.
Şêniyên di kampan de jî ji aliyê xwe ve gotim:
Bi saya xebatên şaredariyê dê zivistan xweş derbas bibe.

Demsala Zivistanê li ber derî ye û ji ber ku di vê demsalê de rewşa kampan zehmet dibe Şaredariya Gel a Herêma Efrînê dest bi xebatên xwe kir.

Ji van xebatan:

Şaredariya gelek rê qîr kirin di nav de rêya sereke ya nava navçeya Kefernaya sererast dike.

Li rex wê jî ji bo pêdiviya şênyan a avê gelek piroje dan destpêkirin weke kolandina bîran li kantona Şehbayê.

Her wiha Şaredariyê alîkariyên ji bo sererastkirina malên wêrankirî pêşkêş kirin.

Şaredariyê di hefteyên borî de torên lolekêşan li kampên Serdem û Berxwedanê, rêyên sereke û şaxî sererast kirin.

Têkildarî mijarê Rêveberê şaredariyê Mihemed Elo axivî.

Elo da xuyakirin kir ku dê li xebatên xwe yên xizmetguzarî yên li kampên Şehbayê beriya ragihandina bidawîkirina wê, vegerin û xebatên din ên li Kampê berdewam bikin.

Elo tekez kir ku bi awayekî bênavber li gund, navçe û kampên li kantona Şehbayê dixebitin ku amadekariya zivistanê bikin.

Ji aliyê xwe ve şêniyên di kampan de jî zehmetiyên xwe anîn ziman û gotin:

“Bi saya xebatên şaredariyê dê zivistan xweş derbas bibe.”

 

 

Leave a Reply

Back to top button