NAKOKIYÊN PDK Û YNK’Ê ZÊDE DIBIN LI DIJÎ AVAHIYA PDK’Ê YA SILÊMANIYÊ ÊRÎŞ PÊK HAT

Asayîşa PDK’ê ji ber aloziya siyasî nehişt rêveberê YNK’ê Mahmûd Sengawî bikeve Hewlêrê.
Piştê vê bûyerê li dijî avahiya PDK’ê ya li Silêmaniyê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Rêveberê YNK’ê Mahmûd Sengawî duh xwest biçe Hewlêrê, lê belê asayîşa PDK’ê nehişt Sengawî bikeve nava bajêr.

Ji rêveberên YNK’ê Bafil Talebanî, Lahor Şêx Cengî Talebanî, endamên Komîteya Navendî ya YNK’ê, rûspiyên eşîrên Çîmen Çemçemal, Germiyanê nerazîbûna xwe ya ji ber astengkirina serdana Sengawî eşkere kir.

Sekreterê YNK’ê Kosret Alî Resûl derbarê bûyera Sengawî de nameyek ji Mesûd Barzanî re şandiye.

Piştî astengkirina Sengawî li dijî avahiya PDK’ê ya li Silêmaniyê êrîşeke çekdarî pêk hat.

PDK’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û YNK ji êrîşê berpirsyar nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku asayîşa YNK’ê ji serokatiya wan a bajêr berpirsyar e û YNK wek berpirsyarê êrîşê hate nîşandan.

 

Leave a Reply

Back to top button