Hêzên Iraqê rê nade nûnerên Êzidiyan derbasî Şengalê bibin

Bi boneya Cejna Çarşema serê Nîsanê, Nûnerên civaka Êzidî yên ku ji Rûsyayê ji bo pîrozbahiyê berê xwe dan Şengalê, ji aliyê hêzên hikûmeta Iraqê ve têne astengkirin.

Navenda pîrozbahiya cejna çarşeme Sor Şengal e, ji ber wê jî, ji gelek welatan Êzidî û dostên wan berê xwe didin Şengalê û vê rojê pîroz dikin.

Lê hikûmeta Iraqê rê li ber nûnerên civaka Êzidî digire û nahêle derbasî Şengalê bibin.

Ev zêdetirî sê rojan e nûnerên civaka Êzidî ku ji Rûsyayê bi armanca beşdariya pîrozbahiya Cejna Çarşema Serê Nîsanê berê xwe dane Iraqê, rê ji wan re nayê dayîn ku derbasî Şengalê bibin.

Li gorî agahiyan, nûnerên civaka Êzidî du caran hewl dane derbasî Şengalê bibin lê li seytereya navçeya Keskê a li Rojavayê Mûsilê ew tên sekinandin û paş ve tên vegerandin.

Back to top button