Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê şehîd Muzafer Mihemed oxir kir

Şervanê QSD’ê Muzafer Mihemed bi nasnav Mîlad Tirbespiyê 15’ê Nîsanê di encama qezayekê de şehîd bû. Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD’ê Muzafer Mihemed bi merasîmekê oxir kirin.

Bi sedan şêniyên navçeyê, partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û endamên Kongra Star di merasîmê de amadebûn.

Di serî de şervanê QSD’ê Cûdî Çavreş axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hîkmet El-Hebîb jî bang li şêniyan kir ku li hember êrişên li dijî herêmê asta têkoşînê bilind bikin.

Bi navê malbata şehîd jî, apê şehîd, Salih Mihemed soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê da.

Dawiyê, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Back to top button