ŞÊNIYÊN ROJAVAYÊ DÊRA ZORÊ DAKETIN QADAN, 3 XWEPÊŞANDÊR BIRÎNDAR BÛN

Li dijî rejîma Sûrî û alîgirên Îranê şêniyên gundewarê rojavayê Dêra Zorê daketin qadan.

 

Şêniyan herêma Salihiya ku di bin kontrola rejîmê de ye bang li rejîma Sûriyê kirin ku ji herêmê derkeve û rê li pêşiya vegera şêniyên gund veke.

Xwepêşandan ji sûka pezan a gundê  Şehbat û ji sûka  Ezbê dest pê dike.

Lê Hêzên rejîma Sûriyê wek bersiv, bê serûber gule li xwepêşandarên reşandin.

Di encamê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Xwepêşandêran daxuyaniyek xwendin di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em Kombûna nûnerên herêmên (Salihiyê, Merad, Mezlûm, Xişam û Talibiyê) ji eşîrên Ereb ên resen bang li şêniyên wan herêman ên ku ji mal û milkên wan hatine derxistin, bila beşdarî xwepêşandanên li dijî siyasetên rejîmê bibin”.

 

 

Leave a Reply

Back to top button