Dengbêjê Amedê Mihemedê Nenyasî di erhdejê de jiyana xwe ji dest da

Denbêjê Amedê Mihemed Nenyasî jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî û yên hevjîna wî û 3 zarokên wî piştî 10 rojan ji bin xirbeyên avahiya Diyar Galerîayê ya Amedê hatin derxistin.

Karesata erdhejê ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû bandorek neyînî li Amedê jî kir.

Erdheja li Amedê, bû sedema hilweşandina 7 avahiyan.

Li aliyekî xebata lêgerînê û rizgarkinê dewam dike, li aliyê din jî cenazeyên qurbaniyan ji bin xirbeyan tên derxistin.

Di xebata lêgerîn û rizgarkirinê de ya li nav xirbeyên avahiya Kar a Diyar Galerîayê ya Amedê cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî (Mehmet Tanriverdî) hat derxistin.

Dengbej Nenyasî û hevjîna wî û 3 zarokên wî di vê erdehjê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî karên otopsiyê, cenazeyên her pênc ferdên malbata Nenyasî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hatin veşartin.

Back to top button