Li Reqayê 400 dibistan hatin pakkirin

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa Coronayê de, 400 dibistan bi dermanan pak kirin. 

Hevserokê Komîteyê Muhened Kakecî diyar kir ku “Komîteya Tenduristiyê tedbîrên xweparastinê li dijî vîrusa Coronayê girtine.”

Kakecî tekez kir ku “heta niha ti rewş li bajarê Reqa û gundewarê wê nehatiye dîtin.”

Kakecî her wiha diyar kir ku “ji ber sepandina qedexeya derketina derve, ew dikarin tevahiya cihên giştî yên bajêr, nexweşxane û saziyan derman bikin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close