Li Sûriyê 5 hezar û 200 kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane

Ji bo Bakurê Kurdistanê û Sûrî rojên zehmet derbas dibin .
Bi hezara bûn qurbanê erdhejê ..
Bi hezaran avahî hilweşiyayan..
Bandora erdhejê ya li ser rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî giran bû.
Alîkariyên ku Rêverberî jî dixwazin bigihînin herêmê jî têne astengkirin.
Heta niha bêtirî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan e.

6’ê Sibatê …Wê rojê jiyan sekinî..

Di tariya şevekî de, erdhejek pêk hat.

Di wê sir û seqema zivistanî de ecêb bi serê Tirkiyê û Sûrî hat ..

Li gelek bajaran avahiyên mezin li ser xwediyên xwe hilweşiyan.

Bi hezaran kes di bin bermahiyan de man.

Her kêliya derbas dibe jî, hêviyên xelaskirina kesên asê mayî kêm dibe.

Erdheja bihêz ya li Mereş û Dîlok ya bakurê Kurdistanê bandoreke zêde li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî kir.

Herî zêde erdhejê bandor li Idlib,helep Hema, lazqiyê, Tartus û Reqa bandorek zêde pêk hat.

Çavdêriya mafê mirovan a Sûriyê 5200 kes tomar kirin ..

Li herêmên dagirkîrî rewş xirabtir e.

Mînaka herî ber biçav Cindirêsê ye ..

Mexdurên erdhejê li vir jî ne ji dewleta Tirk û ne jî ji civaka navneteweyî alîkarî girtine ..

Alîkariya ku ji rêveberiya xweser jî tê şandin, tê astengkirin.

Di vê çarçoveyê de Wezareta Derve ya Amerîkayê pabendbûna xwe bi piştevaniya gelê Sûriyê û Tirkiyê piştî erdhejê teqez kir..

Wezareta Derve ya Amerîka eşkere kir ku baweriya wê bi rêjîma Sûriyê nayê ji bo gihandina alîkariyan..

Komîteya Rizgarkirina Navdewletî tekez kir ku ew kar dike ji bo peydakirina alîkariyê li Sûriyê teybet cihên ku bandor bûne..

Nûnerê NY bo Sûriyê Geir Pedersen tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste dosyeya alîkariyên ji bo Sûriyê siyasî nebe.

Emê hewl bidin ku xwe bigihînin hemû deverên dorpêçkirî li Sûriyê..

Divê her tişt bê kirin da ku ti astengî li pêşiya alîkariyên mirovî nebin.

Erdhejên pêk hatin bandor li gelek deveranên Sûrî kir..

Bi mîlyonan kes li benda alîkariyê ne.

Her kes bêdeng maye ..

Back to top button