Rêveberiya xweser civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîna xwe ya salane bi diyarkirina rojeva kar û xebata sala 2022’an yên di warê, siyasî, xizmetguzar û mirovî de, bi encamnameyekê bi dawî kir. Di encamnameyê de, di aliyên siyasî, leşkerî, xizmetguzarî, rêxistinî û rewşa mirovî de, gelek xal hatin rêzkirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh li bajarê Reqayê civîna xwe ya salane ya sêyemîn, li dar xist.

Civîn du rojan dewam kir û tê de Hevserokên Rêveriya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê, nûnerên her 7 rêveberiyên xweser û sivîl, amade bûn.

Di roja yekemîn a civînê de rewşa rêxistinî, siyas û rewşa ku herêm tê re derbas dibe hat nirxandin.

Îlham Ehmed: Li pêşiya me zehmetiyên mezintir hene

Di destpêka roja duyemîn de Hevseroka Desteya Rêvber a Meclisa Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed li ser rewşa heyî axivî û got: ” Rêveberiya Xweser karibû hemû astengiyan, derbas bike.

Divê em zanibin ku li pêşiya me astengiyên mezintir jî hene.

Yek ji zehmetiyên herî mezin jî, êrîşên dewleta Tirk in.”

Îlham Ehmed bal kişand ser xeteriya DAIŞ’ê ya li herêmê û ev tişt anîn ziman:

“Xeteriya DAIŞ’ê didome û şerê li hemberî terorê jî didome.

Di êrîşa li ser girtîgeha Sînaa de diyar bû ku DAIŞ’ê hîna heye û hewl dide ku careke din hebûna xwe îlan bike.”

Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweser projeya me ya bingehîn û stratejîk e

Îlham Ehmed wiha dewam kir:

“Rêveberiya Xweser projeya me ya bingehîn û stratîjîk e ku em li ser dixebitin û em dixwazin li tevahiya Sûriyê belav bikin, zemîna vê yekê heye.

Divê Rêveriya Xweser xeteriya rewşê zanibe û karibe ku di aliyê siyasî, xizmetguzarî û leşkerî ve, bibe bersiv.”

Îlham da zanîn ku Meclisa Sûriya Demokratîk xwedî projeyên siyasî yên girîng e û ji wan projeyan avakirina “Eniya Opozisyonê ya hêzên demokratîk li Sûriyê”.

Îlham Ehmed da zanîn, dibe ku di vê salê de zelalbûnek di siyasetên têkildarî Sûriyê yên ji bo salên pêş de pêk were.

Piştî axaftina Îlham Ehmed, civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Piştî çend saetan, Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Rêveberiya Xweser rojeva xebatên xwe ya sala 2022’an diyar kir

Di encamnameyê de, di aliyên siyasî, leşkerî, xizmetguzarî, rêxistinî, malbatên şehîdan û rewşa mirovî de, gelek xal hatin rêzkirin.

Hin ji wan wiha ne:

-Berdewamkirina karê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê. Li gorî daxuyaniya Cinêvê û biryara 22-54 û di ber çavan re derbaskirina Desteya danûstanê û komîteya destûrî, ji bo ku nûneriya tevahî gelê Sûriyê bike.

-Berdewamkirina karê ji bo naskirina Rêvberiya Xweser weke çareseriyek ji aloziya Sûriyê re.

-Parastina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Berdewamkirina şerê li dijî DAIŞ û hemû rengên terorê.

-Pêkanîna hemû projeyên xizmetguzariyê û destekdayîna çavdêriya giştî ya li dijî gendeliyê û kêmkirina burokrasiyê.

-Pêkanîna projeyên bînesaziyê û başkirina rewşa tenduristiyê.

-Destekdayîna malbat û zarokên şehîdan û ji xizmên şehîdan re peydakirina kar.

Back to top button