Bi hezaran şêniyên Helebê bi meşekê komploya navneteweyî şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê daketin qadan. Her wiha Malbenda Çandî ya Helebê jî têkildarî Komploya Navneteweyî semînerek da.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Apo meşek lidarxist.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlî meşê bûn û banga azadkirina Rêber Apo kirin.

Malbenda çandî ya Helebê têkildarî komployê semînerek da

Malbenda Çandî ya Helebê jî bi heman armancê semînerek da.

Semîner li navenda Malbendê ya li taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û endamên saziyên sivîl hate lidarxistin.

Semîner ji hêla endamê rêveber ê malbendê Ehmed Bîrhat hate dayîn.

Back to top button