Îro jî li herêmê merasimên şehîdan hebûn. Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Îsa Abdullah li Amûdê û 3 şehîdên di topbarana li ser Dêrikê û Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn li Kobanê bi merasîmên bi heybet hatin oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Îsa Abdullah di 23`yê Çile di Pêngava Gurzê Gelan de li Hesekê şehîd bû.
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê şehîdê QSD`ê Îsa Abdulah bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir kirin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyîd Ferso axivî û diyar kir ku bi saya berxwedana şehîdên QSD`ê, ew îro bi hezaran kom dibin û got, “Cîhan hemû deyndarê van şehîdan e.”
Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed jî diyar kir ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û got: “Em bi vê seknê cîhan û mirovahiyê ji çeteyên DAIŞ`ê diparêzin.”
Endamê Meclisa Leşkerî ya navçeya Amûdê Berxwedan Bîco jî da zanîn ku hêzên QSD`ê xewna dewleta Tirk a vejandina Împaratoriya Osmanî têk bir û got:
“Efsaneyên ku şehîdên me di Pêngava Gurzê Gelan de nivîsandî derbasî dîrokê bûn.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Li Kobanê 3 şehîdên QSD’ê bi merasimeke bi heybet hatin oxirkirin
Li Kobanê jî 3 Şehîdên ku di pêngava Gurzê Gelan û topbarana Dêrikê de şehîd bibûn hatin oxirkirin.
Bi hezaran welatiyên Kobanê şehîd Azad Kobanê, Şiyar Kobanê û Osman Kobanê bi merasîmekê bi heybet oxir kirin.