Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê, rapora binpêkirinên Mafan a li ser Rojnamevanan a meha Adarê eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Adarê de, ji 13 rojnamevanan re 32 sal ceza hat birîn..
Komeleya Dicle-Firatê eşkere kir ku di meha derbasbûyî de jî êrişa li ser rojnamevanan û binçavkirin, gef û mûameleya xerab û astengkirina dezgehên weşan û çapemeniyê dewam kirin..
Her wiha Komeleyê di raporê de got: Di nava mehê de 6 rojnamevan hatin binçavkirin û êriş li 4 rojnamevanan hate kirin.
Ji 13 rojnamevanên binçavkirî ku hatine darizandin re, 32 sal ceza hat birîn.
Bi hinceta parastina pergala cemaweriyê û ewlehiya netewî, 6 malperên înternetê hatine astengkirin..
Komeleya Rojnamevanan a Dicle-Firatê bang li desthilatê kir ku dest ji van zext û pêkanînan berde û rapora xwe bi van gotinan bi dawî kir:
Li dijî astengkirina rojnamevanan, qedexeya weşanê, pêşîgirtina li êrîşan divê qanûnek bê derxistin.