Xelkê Çilaxa: Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de diyar kir ku ew armanca êrişên wan nas dikin û helwesta wan sekna li hember wan êrişan e.

Di derbarê mijarê de Xorşîd Hemo yê ji navçeya Çilaxa ya Qamişloyê anî ziman ku armanca êrişên dagirkeriyê tesfiyekirina têkoşîn û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şoreşê ye.

Xorşîd Hemo wiha domand:

“Êrişên dagirkeriyê vîna me têk nabin, lê israra me ya têkoşînê û yekitiya me ya li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xurttir dike.”

Welatiya bi navê Sabirîn Îlyas jî a ji heman navçeyê di derbarê mijarê de axivî û got:

“Armanc ji êrişên bênavber lawazkirina projeya navneteweya demokratîk û koçberkirina şêniyên herêmê ye.

Bi wê re timayên xwe yên mêtingeriyê, mîna niha li herêmên dagirkirî dike, pêk bîne.”

Welatiyê bi navê Xelîl Mecîd jî diyar kir ku mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên parastina destkeftiyan û xweparastinê de heye.

“Dewleta Tirk bi êrişan hewl dide demografiya herêmê biguherîne”

Back to top button