Şêniyên Efrînê: bi Şerê Gelê Şoreşgerî em ê xwe biparêzin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe rojane êrişî herêmê dikin. Şêniyên Efrînê jî ji bo parastina xwe li navçeya Şêrawa a Efrînê dest bi lêkirina dîwaran kirine. Koçberên Efrînê ên li Şehbayê jî nerazîbûn nîşanî êrişan dan û diyar kirin ewê heta vegera Efrînê berxwedana xwe bidomînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina bajarê Erfrînê ve sûc û êrişên xwe li ser gundên derdora Efrînê jî didomînin.

Di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi sedan şêniyên Efrînê yên li navçeya Şêrawa, dest bi lêkirina dîwarên ji kevir kirin, da ku ji êrişan xwe biparêzin.

Şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê ku li navçeyê bi cih bûne ji ANHA`yê re axivîn û diyar kirin ewê bi şerê gelê şoreşgerî bi ser bikevin.

Welatiya bi navê Wîdad Xelîl da zanîn piştî ku ji Efrînê koçber bûn biryar dane ku berxwedana xwe li Şêrawayê bidomînin:

Wîdad diyar kir ku ji bo parastinê çi bê xwestn ewê bikin û wiha got:

Apê Seydo Îbiş jî ku ji koçberên Efrînê ye destnîşan kir ku ew li ser rêya di navbera gundê Eqîbe û Soxanekê de bi awayekî rojane têne topbarankirin.

Îbiş da zanîn armanca avakirina dîwaran erebeyên sivîlan ji êrişan biparêzin û wiha got.

Welatiya bi navê Evîn Elî jî da xuyakirin ku tenê bi rêya şerê gelê şoreşgerî civak dikare xwe biparêze.

Koçberên Efrînê: Berxwedana me heya rizgarkirina Efrînê dê dewam bike

Her wiha koçberên Efrînê ku li kampa Berxwedan ya Şehbayê bi cih bûne derbarê dagirkirina Efrînê nêrînên xwe anîn ziman:

Sultane Mihemed da zanîn ku wan 58 rojan li hember hemû cureyên êrişan li ber xwe dan û ew teslîm nebûn.

Sultane diyar kir ku ew ê li hember hemû astengî û zehmetiyan li berxwe bidin û herêmên xwe rizgar bikin.

Osman Seydo jî diyar kir mayîna wan li Şehbayê ji bo rizgarkirina herêmên xwe û vegera li Efrînê ye.

Şêniya bi navê Zeyneb Oba jî ev yek anî ziman:

“Ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha li ber çavên cîhanê sûc têne kirin, û hesab ji dagirkeran nayê xwestin. Ev jî nîşan dide ku ew jî hevkarên sûcên li Efrînê ne.”

 

Back to top button