Dewleta Tirk a dagirker gundê Hoşan ê Eyn Îsa û rêya M4 hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne. Leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê, gundê Hoşan, rêya M4 û xwaringeha Seqir ên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh êvarê ev dever kirin armanc.

Li gel vê topbaranê jî, heya derengiya şevê, dronên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa û gundê Çelebiyê geriyan.

Back to top button