Qamişlo..duh li nuqteyeke Dîfa El-Wetenî teqînek pêk hat

Li baregeheke “Dîfa Wetanî” ya li bajarê Qamişloyê, teqînek pêk hat.

Ev teqîn, duh êvarî derdorî saet 11:10’an li nava bajêr pêk hat.

Nûçegaihên me diyar kir ku “teqîn li baregeheke koma “Dîfa Wetanî” ya girêdayî hikumeta Şamê” nêzî çerxerêya Selam a li ser rêya Wehdê rû da.

Hate ragihandin ku ev kom xwe bi xwe bi hev ketiye.

Derbarê encamên teqînê tu encam nehate bidestxistin.

Beriya çend rojan jî, bi armanca tevliheviyê, heman komê bombeyek avêtibû nuqteyeke Asayîşê li Taxa Tey a Qamişlo.

Back to top button