Ji keştiya alîkariya mirovî bangawaziya lezgîn

Ji bo 180 koçberên ku di nava behra Spî de li benda gihiştina perevên welatekê ye, banga alîkariya lezgîn hat. Îtalya û Malta nêzbûna keştiya koçberan ya li ber peravên xwe qebûl nake.

Tê gotin, ji nava keştiya koçberan hewildanên xwe kuştinê derketiye. Tenê di nava 5 salan de, 19 hezar koçber li nava deryayê fetisîn.

Deryaya Spî…

Rojane dawî li jiyana bi dehan kesî tîne.

Bi taybet piştî pêla koçberiya ber bi Ewropa ve zêde bû, rêjeya mirina koçberan jî qat bi qat zêde bû.

Kesên ku ji mirinê xelas dibin jî li nava deryayê de asê dimênin.

Ji ber ku polîtika welatên Ewropa yên li dijî koçberan tund bûne.

Bi rojane, 180 koçberên ku li nava derya Spî hatîn xelaskirin, li bendêye ku welatek Ewropa wan qebûl bike.

Lê heta niha li hemberî vê yekê welatên YE bêdengin û ev zêdeyî 3 mehane ku koçber li nava keştiya “Ocean Viking” (Oşîn Vaykîng) de ne.

Herî dawî ji nava keştiyê banga alîkariyek lezgîn hat.

Ji ber rewşa ne diyar, koçberan dest bi greva birçîbûnê kiriye û tê gotin, gelek koçberan hewl dane xwe bikujin.

Tenê di nava 24 saetên derbasbûyî de, 6 bûyerên hewildana xwekuştinê rûdan.

Di nava 5 salan de, 19 hezar koçber li nava deryayê mirin!

Keştiya “Ocean Viking” (Oşîn Vaykîng) ya xelaskirina koçberan, ji ber mijara pandemiyê piştî 3 mehan di nava meha Hezîrana derbasbûyî de, careke din dest bi komkirina alîkariyê kiribû.

Rêxistinê diyar kiribû ku wan 180 kes, di navbera 25-30 Hezîranê de, ji nava deryayê xelaskirine.

Rêxistinê ji tevahî welatên YE xwest ku ji bo koçberên di keştiyê de çareseriyekê bibinin.

Bi taybet jî Almanya ya ku niha serokatiya YE dike.

Her meh gelek koçber bi rêya botên ku ne başe, ji Efrîka hewil didin berê xwe bidin Ewropa.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberan ya Navnetewî sala derbasbûyî, hezar û 283 kes dema dixwestin derbasî Ewropa bibin mirine.

Di nava 5 salên dawiyê de, bîlançoya ku derdikeve jî metirsîdare.

Tê gotin, di nava 5 salan de 19 hezar kes mirine.

Welatên mîna Îtalya û Malta yên derya Spî, di demên dawiyê de, polîtîkaya xwe ya li hemberî wergirtina koçberan tund kirine.

Ev welat napejirînin ku koçberên têne rizgarkirin derbasî welatên wan bibin.

Back to top button