Coşa hilbijartinê didome: DEM Partî bi xelkê Êlihê re hate bahev

Dem Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hevdîtinên xwe ên bi gel re didomîme.
Îro jî gel li navçeyên Êlihê bi coş nûnerên xwe yên DEM Partiyê pêşwazîkirin.
Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari ya li wir axivî, girîngiya hilbijartinê destnîşan kir û got:  “Em ê êvara 31’ê Adarê govenda serkeftinê bigerînin.”

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên şaredariyan de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Dem Partî îro bi xelkê Êlihê re hate bahev.

Hevseroka Giştî DEM Partî Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li gundê Xincika yê di ketina bajêr de hatin pêşwazîkirin.

Girseya li vir pişt re bi konvoyê derbasî navçeya Heskîfê bû.

Welatiyan bi tilîlî, îşareta serkeftinê û kornayan piştgiriya konvoyê kirin.

Tulay Hatîmogûllari ya li navçeya Heskîfê bi coş hate pêşwazîkirin, serdana dikandaran kirin û pirsgirêkên wan guhdarkirin.

Dikandaran eleqeyeke zêde nîşanî şandeyê dan.

bi dirûşmeyan piştgiriya xwe raber kirin.

Dû re şandeya Dem Partî, li navçeya Kercewsê derbasî hevdîtina bi gel re bûn.

“Em ê êvara 31’ê Adarê govenda serkeftinê bigerînin”

Tulay Hatîmogûllari ya li wir axivî, girîngiya hilbijartinê destnîşan kir.

Tulay bî bîr xist her dengek xwedî girîngiyek mezin e û got:

“Em ê bi ruhê berxwedanê yê gelê Kercewsê şaredariyên xwe bigirin.

Em ê xwe jî bajarên xwe jî bi rê ve bibin.

Em ê êvara 31’ê Adarê govenda serkeftinê bigerînin.”

Ji detayên cuda 10 sanî biherikîne

Piştî axaftinê, Hevseroka giştî Tulay Hatîmogûllari bi gel re govend gerand.

Li navçeya Qûbînê jî DEM Partî hevdîtina bi gel re pêk anî

Piştî serdana li wir Hevseroka Giştî berê xwe da navçeya Qûbînê û hevdîtina gel pêk anî.

DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Amedê bû

Back to top button