Cîhan germ dibe û qeşa sal bi sal dihele

Germahiya heyî dihêle qeşa bihelin û ev yek metirsiyek mezin bi xwere tîne.
Tê gotin, nivê çiyaya li cîhanê wê heta 2100 ji ber guherîna avhewayê bihele.
Bi taybetî metirsî li ser çiyayên qeşa yên biçûk heye.

Cîhan germ dibe, qeşa dihele û guherîna avhewa zengilên metirsiyê lêdidin.

Di demeke ku werza zivistanê ye, lê hîna hî hewayek ya biharê serwere.

Lêkolîna ku roja Pêncşemê di kovara Science de hat weşandin, encamên pêşbînîkirî yên paşeroja 215 hezar deverên qeşayî parve kir.

Hat diyarkirin ku qeşayên jêdera sereke ya hewcedariya ava paqij in, ger germahiya hewayê bidome wê heta asteke mezin tune bibin.

Nîva qeşaya liCîhanê wê heta 2100’î bihele

Ji Zanîngeha Carnegie Mellon a Amerîkayê Zanyarê qeşayê David Rounce ku lêkolînê bi rê ve birin, diyar kir ku di van salên dawî de ji bo vekolîna guherînên qeşayê zêdetir wêneyên satelaytê hatine bikaranîn.

Bi vê re paşeroja her qeşayî ji hev cuda hatiye nirxandin.

Rounce ragihand ku ger germahiya gerdûnî bidome wê heta sala 2100’an ji sedî 32 ê girseya qeşayê û ji sedî 68 ê cemedan winda bibin.

Hat destnîşankirin ku ev helîna cemedan dikare zêdebûna asta deryayê heta wê 115 milîmetreyan zêde bike.

Rounce got:

Her çend bilindbûna germahiya gerdûnî bigihîje armanca Peymana Parîsê ya 1,5’an jî lêkolîner texmîn dikin ku ji sedî 49’ê cemedên cîhanê heta sala 2100’î wê winda bibin.

Wekî din, hat ragihandin ku eger germahiya gerdûnî heta sala 2100’an di navbera 2,1 û 2,9 pileyî de be, li gorî pêşbîniyên Neteweyên Yekbûyî (NY), hema hema hemû cemedên çiyayên Ewropa, Kanadaya Rojava, Amerîka û Zelanda Nû dibe ku bihelin û winda bibin.

Hewcedariya ava paqij a 2 milyar mirovên li seranserê cîhanê ji zêdetirî 215 hezar cemedên li ser bejahiyê tê peydakirin.

Helîna cemedan metirsiyê li ser bi milyaran mirovên li ber deryayê dijîn jî wê bike.

Ji ber ku bilindbûna asta deryayê wê rewşê di warê demografî de jî bide guhertin.

Back to top button