Fermana 3’yê Tebaxê..Yekîtiya Êzdiyan a Helebê meşek li darxistin

Bi boneya salvegera 8’an a fermana 3’yê Tebaxê,gelek çalakî hatin lidarxistin .
Yekitiya Êzidiyan a Helebê ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxê meşek li dar xist.
Her wiha Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê jî semînerek li Qamişlo da.
Di çalakiyan de hat tekez kirin ku ji ber xiyaneta PDK’ê ferman bi serê êzdiyan de hat

Ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxê gelê Helebê meşeke li darxistin û herikîn qadan.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê tevlî meşê bûn.

Meş ji aliyê Yekitiya Êzidiyan a Helebê ve hat orgenîzekirin.

Di meşê diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin berzkirin.

Her wiha di meşê de xiyaneta ku li dijî gelê kurd jî tê kirin jî hat şermezar kirin.

Ji rêveberên Yektiya Jinên Êzidî Ranya Cafer di meşê de axivî û xiyaneta PDK’ê şermezar kir.

Fermana 3’yê Tebaxê..Di selvegera fermanê de li Qamişlo semînerek hat dayîn

Bi heman armancê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê jî li Qamişlo semînerek da.

Semîner bi slogana ”Komkujiya Şengalê rûpeleke reş di dîroka mirovahiyê de ye û berdewamkirina komkujiyê berpirsyariya her kesî ye” hate dayîn.

Gelek şênî û rewşenbîr tev li semînerê bûn.

Di semînerê de îşaret bi azarên civak êzidî û komkujiyên li dijî civaka Êzidî pêk hatine û sûcên dermirovî yên li dijî jinan û zarokan tên kir.

Back to top button