Leyla Qasim ji tevahî jin û Gelê Kurd re bû mînaka berxwedanê

Leyla Qasim bi helwest û biriyardariya xwe ya li ber rejîma Îraqê di nava Kurdan de bû navek lehengî ku ji nû ve bi zarokên keç ên nû hatin dinyayê re jîndar bû. Leyla Qasim bi cesareta xwe ji tevahî jinên kurd û gelê xwe re bû mînaka Berxwedanê.

Leyla Qasim yekem jina Kurde ku bi destê dagirkerên kurdistanê hat darvekirin.

Leyla di sala 1952’an de li gundê Bamîlî yê navçeya Xaneqînê ya Diyala di nava malbatek kurd û welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekiriye.

Leyla dibistana seretayî û navîn li Xaneqînê qedand.

Bi temenê zaroktî Leyla zilm û zordariya rejima Baas’ê ya li ser gelê Kurd dibine û bi vê yekê hastên azadixwazî, xebat û têkoşînê bi wê re pêşbikeve.

Di sala 1971’an de beşê civaknasiyê li koleja Adab ya Bexdayê qezenc dike.

Leyla bi rêya birayê xwe Selam Qasim cihê xwe di rêzên ‘Yêkitiya Xwendekarên Kurdistanê’ de digire.

Herî zêde ji Leyla li diji zagona mafê jinê binpê dikir radiwesta.

Li gel berfirehbûna şerên di sala 1974’an de dezgehên sêxurtî yên rejîma Baasê bê navber kesayetên Kurd yek bi yek di şopandin.

28’ê Nîsana 1974’ê Leyla Qasim li gel 4 hevalên xwe di encama operasyonek berfireh a hêzên leşkerî ya rejîma Bexdayê de hatin binçavkirin.

Leyla Qasim: Bi darvekirina min re dê gelê Kurd ji xewê rabin

Dema Leyla di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû bi cesaret bersiva pirsyarên rayedarên dewletê dida û di dadgehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind got:

“Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêyfxweşim ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

12’ê Gulana 1974’an de Leyla Qasim bê ku bibin dadgeha qanûnî bi cilên wê yê kurdî tevî hevalên wê, ew bi-darve dikin.

Leyla bi serbilindî diçe ber darê Sîdarê û bi dengekî bilind beyva Kurdistanê qîr dike.

Bi vê yekê têkoşîna Leyla Qasim ji tevahî jinên kurd û gelê xwe re dibe mînaka berxwedanê.

Leyla li guristana Geliyê Selma ê li bajarê Necaf li dûrî war û malbatê xwe hate ogirkirin.

Li ser şopa Leyla Qasim bi sedan jin navê wê rakirin û berxwedan û têkoşîna wê didomînin.

Back to top button