
Şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn, vedigerin cih û warên xwe.
Hat diyarkirin ku ji deriyê sînor yê Sêmalkayê di hefteyê de bi qasî 600 kes vedigere.
4500 koçberên ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê koç kiribûn û li kampa Berdereş a Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, ji deriyê sînor yê Sêmalkayê vegeriyan warê xwe.
Rêveberê Têkiliyan yê dergeha Sêmalkayê Baz Ehmed diyar kir ku ji bo vegera koçberan di hefteyê de 2 roj diyar kirine.
Ehmed destnîşan kir ku di rojekê de, bi qasî 300 koçber derbas dibin û vegera wan hîn jî dewam dike.
Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî, bi hezaran kes koçberî Başûrê Kurdistanê bûbûn.