Kongra Star: Tevgera li herêma Garê xeteriyeke dîrokî ye

Kongra Star şandina hêzên PDK’ê ber bi herêma Gareyê ve şermezar kir û bang li PDK’ê kir ku neyê lîstokên dewleta Tirk û pê re hevkariyê neke. Her wiha helwesta xwe jî zelal û eşkere bike.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî şandina hêzên PDK’ê ber bi herêma Garayê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star got:

Kurd di serdemeke dîrokî re derbas dibin, lewra pêwîst e li her beşên Kurdistanê bêyî ku em bikevin pey berjewendiyên xwe, hemû partî li pêşeroja neteweya Kurd bifikirin. Ji ber vê jî helwesteke hevgirtî girîng e.

Koordînasyonê anî ziman jî ku yên bi helwest û tevgerandina xwe, gelê Kurd ji wê pêşeroja azad bêpar bikin, wê dîrok û gelê Kurd wan tu caran efû neke.

Kongreyê bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker jî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide axa Kurdistanê dagir bike. Li Başurê Kurdistanê jî cihek nemaye ku baregehên xwe lê bi cih nekiriye, Şengal jî di rojevê de ye.

Kongrê got:

Li beramber wan planên dagirkeriyê, gerîla û şervanên Kurdistanê di nava têkoşînek bê hempa de ne.

Dewleta Tirk dixwaze di nava Kurdan de şerekî navxweyî derxîne, cardin Kurdan bi hevdû bide qirkirin.”

Şandina hêzên PDK’ê bo herêma Garê parçeyekî wê plana dijminê gelê Kurd e.

Kongreya Star îşaret bi tevgera li herêma Gareyê kir û weke xeteriyeke dîrokî bi nav kir.

Kongra star: Bila PDK nebe hevkarê dewleta Tirk

Kongrê got:

Em ê li hemberî xeta îxanet û plana qirêj derkevin û rê nedin dijmin, gelê Kurd bi wî şerî bixe xetereyê.

Koordînasyona Kongra Star bang li PDK’ê kir ku bila neyê lîstokên dewleta dagiker a Tirk û pê re hevkariyê neke. Helwesta xwe zelal û eşkere bike û bi gerîlayê Kurdistanê re ax û rûmeta gelê Kurdistanê biparêze.

Back to top button