Mihemed Ebdullah: Gavên PDK dikevin xizmeta dagirkeriyê

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah diyar kir ku siyaset û gavên vê dawiyê yên PDK’ê dikevin xizmeta dagirkeriyê. Ebdullah teqez kir ku li dijî vê siyasetê jî pêwîstiya wan bi eniyek zext û bi-bandor heye. 

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah, têkildarî rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, siyaseta PDK’ê û liv û tevgera wê ya leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr ji RojNewsê re axivî.

Mihemed Ebdullah diyar kir ku siyaset û gavên vê dawiyê yên PDK’ê, dikevin xizmeta dagirkeriyê û hemû armanc û planên Tirkiyê pêk tîne.

Ebdullah piştrast kir ku PDK siyaseta xwe li ser navê saziyên hikûmetê dike û li gorî hevserokê Tevgera Azadî, bi vê siyasetê, doza gelê Kurd di metirsiyê de ye.

Mihemed Ebdullah:Ti hêz bi qasî PDK asayîşa herêmê têk nedaye

Mihemed Ebdullah bal kişand ser daxuyaniya PDK’ê ya li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê weşand jî, ku ti hêzan bi qasî PDK’ê, asayîşa herêmê têk nedaye.

Mihemed Ebdullah: Peymana li ser Şengalê ji bo zindîkirina DAIŞ’ê ye

Ebdullah lihevkirina Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê jî weke temamkirina pêngavên DAIŞ’ê dît û Tirkiye bi pêkanîna vê lihevkirinê tawanbar kir.

Ji bo vê jî, Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah pêwîstî bi eniyek zext û bi-bandor dît.

Back to top button