Koçberên Efrînê: Em ê li ber xwe bidin

Jinên koçber ên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, dibêjin tevî hemû zextan ew ê li ber xwe bidin. 

Elîf Osman derbarê mijarê de got: ”Hikumeta Şamê nahêle mazot, derman û pêdiviyên jiyanî derbasî Şehbayê bibin.

Hemwextî ambargoyê em bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ne. Lê tevî wê jî em ê berxwedana xwe dewam bikin.

Lutfiye Hesen jî diyar kir ku ji ber ambagoyê rewşa wan îsal ji salên berê xirabtir e û ev tişt anî ziman:

“Zarokên me biçûk in, şîr dixwazin. Li kêleka ambargoyê, her roj êriş li dijî me tên kirin. Dîsa jî em têkoşînê dikin.”

Lutfiye bang li rêxistinên mirovî kir ku werin herêmê û rewşa xelkê bibînin û zextê li hikumetê bikin da ku dorpêçê rake.

Back to top button