Şervanên QSD’ê: Mîna DAIŞ’ê wê têk biçin

Şervanên QSD’ê yên li eniya Eyn Îsayê gotin, çawa DAÎŞ’ê têk çû , wê dewleta Tirk a dagirker jî têk biçe.

Şervanên QSD’ê yên li eniya Eyn Îsayê Mazlûm, Zinar û Alan derbarê êrişan de axivîn.

Şervanê bi navê Mazlûm da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ji xwe her tim hebûn, qet nesekinîn û got :

“Niha careke din ji bo êrîşeke ji bejahî ve gefê dixwe.

Em; şervanên QSD’ê ji her cûre êrîşan re amade ne.

Em ê dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ’ê têk bibin.”

“Em ji êrîşan re amade ne”

Ji aliyê xwe ve Zinar jî tekez kir ku em weke şervanên QSD’ê amade ne ku bersivê bidin dewleta dagirker û got:

“Em vê sozê didin gelê xwe; çawa ku me çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, em ê dewleta Tirk jî têk bibin.”

Şervanê bi navê Alan jî destnîşan kir ku ev xak çawa bu goristan çeteyên DAIŞ’ê wê heman rengî bibe ya dewleta Tirk jî.

Back to top button