Dewleta Tirk doh careke din gundên Girê Spî, Kobanê, Til Temir û navçeya Şêrawa topbaran kir.
Artêşa Tirk gundê Zormixar û Til Şiîr ên Kobanê û gundê Qertel ê rojavayê Girê Spî bi obîsan topbaran kir
Heman artêşê gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê jî bi hewanan da ber topan.
Li dijî Şêrawaya Efrînê jî êriş hebûn. Li wir jî artêşa dewleta dagirker êrişî gundê Bênê yê navçeya şêrawa kir.