Ji 50 kolberên winda bûyîn Kolberekî jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin

2 roj berê nêzî 50 kolber li zozanên Serşîw ên bajarê Seqizê winda bûbûn.

Ev 2 rojin li zozanên Serwîşê şênî li kolberên windabûyî digerin.

Îro çend ji van kolberan hatin dîtin.

Kolberê binavê Osman Fituhî ji serma jiyana xwe ji dest da.

Lêgerîna ji bo dîtîna tevahiya koçberan jî dewam dike.

Li bajarên rojhilatê Kurdistanê yên nêzî sînorê başûrê Kurdistanê ji ber rewşa hejariyê bi hezaran kes karê kolberiyê dikin.

Kolberên ku ji bo debara jiyana xwe, di bin her şert û mercên zehmet kar dikin rastî gelek zehmetiyan tên.

Tevî êrîşên pasdarên Îranê, şert û mercên zivistanê jiyana wan xistiye nava metirsiyê.

Herî dawî 31’ê Çile 50 kolberên li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê, ji ber berf û bagera zêde winda bûbûn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, xelkê herêmê ji bo dîtina kolberan, ketine nava liv û tevgerê.

Welatiyan ji hikûmetê alîkarî xwestin, lê heta niha bersiv nedan.

Piştî lêgerîna welatiyan kolberên winda bûbûn hatin dîtin.

Di nava kolberên hatin dîtin de, kolberê binavê Osman Fituhî ji serma jiyana xwe ji dest da.

2 kolberên ku rewşa wan giranin jî rakirin nexweşxaneyê.

Hîna jî ne hatiye piştrastkirin ka kolberên din hemû hatine dîtin yan na.

Kolbernewsê ragihand ku di roja pêncşema hefteya borî de hêzên rejîma Îranê li herêma Ûrmiyeyê du komên kolber gulebaran kirine.

Di encama gulebaranê de kolber Welî Gundek Mela û Osman Wezîrî birîndar bûbûn.

Back to top button