Li dijî komploya PDK û hikûmeta Iraqê, hevdîtinên şandeya Şengalê li Bexdayê di roja xwe ya 2. de didome. Şandeyê diyar kir ku her aliyên ku bi wan re rûniştine li dijî rêxeftina PDK û Hikûmeta Iraqê ne û piştgiriya xwe ya ji bo xelkê Şengalê anîne ziman.
Şandeya ji nûner û rûspiyên Şengalê pêk tê, îro dîsa ji bo rêzehevdîtinan rûdinê.
Şande bi alî û rêxistinên cuda re dicive û li ser rewş, statu û komploya ku li ser Şengalê tên lîstin, gotûbêjê dike.
Şandeya Şengalê heta niha 4 hevdîtin li Bexdayê kirine.
Hevdîtina destpêkê, bi rêxistina Qeys el Xez Elî re bû, ku partiyeke nêzî Heşda Şabî ye û di parlemena Iraqê de xwedî koma parlamenteran e.
Hate gotin, berdevkên Qeys el Xez Elî piştgirî û dilsoziya xwe ya bi civaka Êzidî û Şengalê re nîşan da û diyar kirin ku ew vê lihevkirinê qebûl nakin û bi civaka Êzidî re ne.
Şandeyê Şengalê her wiha bi cîgirê serokê parlamena Iraqê Hesen El Qeabî jî re rûnişt.
Hesen El Qeabî li gel sê endamên parlamenê, şande pêşwazî kir û li dijî lihevkirina PDK û hikûmeta Iraqê piştgiriya xwe ji bo xelkê Şengalê anî zimên.
Pişt re, şande bi serokê koma parlamenê ya Kildaniyan Şêx Reyya û sê parlamenterên Kildanî re hevdîtin pêk anî.
Şêx Reyya ku şande bi keyfxweşî pêşwazî kir, piştgirî û hevkariya xwe ya ji bo civaka Êzidî û Şengalê diyar kir û wan jî lihevkirin qebûl nekir.
Hate ragihandin ku gera şandeyê ya li Bexdayê û hevdîtinên bi alî û rêxistinan re, wê îro jî bidomin.