Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 115 kesên din bi Coronayê ketin, 2 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 115 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin, 2 jî mirin.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku, 2 kes ji Girkê Legê ji ber corona mirin.

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî.

  • 42 li Reqa
  • 17 li Kobanê
  • 15 li Qamişlo
  • 11 li Hesekê
  • 9 li Dêrik
  • 7 li Minbic
  • 7 li Tebqa
  • 2 li Girkê Legê
  • 1 li Dirbêsyê
  • 1 li Rimlêlan
  • 1 li Çil Axa
  • 1 li Tirpêsbiyê
  • 1 li Amûdê

Mistefa da zanîn jî ku 14 kes ji vîrûsa coronayê baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara kesên ku li herêmê nexweş ketine, 2632 kesan, 88 kes mirine û 609 jî baş bûne.

Back to top button