“Li ser Şengalê komployek navnetewî tê kirin”

Rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî yên Helebçeyê, diyar kir ku beriya ti lihevkirinek li ser Şengalê were kirin, divê destpêkê pirsê ji xelkê wê were kirin û destnîşan kirin ku lihevkirinên du-alî û bêyî vîna xelkê Şengalê wê bi ser nekeve. .

Piştî ragihandina lihevkirina Hewlêr-Bexda, nerazîbûnek zêde ji aliyê rêxistinên Êzidiyan û partiyên siyasî hate nîşandan.

Rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî yên Helebçayê jî li dijî vê lihevkirinê nerînên xwe bi par ve kirin.

Rojnamevan Ehmed Mihemed da zanîn ku ev lihevkirin bi armanca biçûkxistina Kurdan e û dibe ku ev planek ji bo komkujiyeke din bi ser Şengalê de were, hatiye kirin.

Ehmed Mihemed destnîşan kir ku xelkê Şengalê baş dizane kî bû sedema komkujiyê û kî jî Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê parast.

Endamê Malbenda Partiya Şue ya Kurdistanê Nimet Meruf jî anî ziman ku lihevkirina li ser Şengalê hatiye kirin, pêwîst bû li gel Şengaliyan guftûgo bihata kirin.

Di heman çarçoveyê de, helbestavan û rojnamevan Eyûb Enebî jî axivî û da zanîn ku her lihevkirinek du-alî û bêyî vîna xelkê Şengalê wê bi ser nekeve.

Rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî yên Helebçeyê teqez kir ku divê Kurd li dijî van nêzîkatiyan xwedî helwest bin, ji ber ew bixwe qurbanên van lihevkirinên navendî ne.

Back to top button