KJK: Têkoşîna hevriya me Şêrîn ji rejîma Îranê re bûye tirs û xof

Koordînasyona KJK’ê, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, şehîdên 9’ê Gulanê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku wê li ser xeta şehîdan ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê geş bikin.

Bi boneya salvegera 11. a şihadeta şoreşger Şîrn ElemHulî, KJK, KJAR Û PJAK daxuyanî dan.

Koordînasyona KJK’ê Şîrîn Elemhulî û hevalên wê Ferzad Kemanger, Elî Heyderan û Ferhat Wekîlî ku weke îro beriya bi 11 salan ji hêla Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî.

KJK’ê got:

Di demeke wiha de ku polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê ya faşîst pir zêde bûbû, dihate xwestin ku vîna jinê bi temamî were şikandin û li ser hikmên şerîatê komkujiya li ser jinan zêde bûbû hevrêya me Şîrîn Elemhulî serî rakiriye. Vê serîrakirinê kiriye ku hevrêya me bigihije felsefeya Rêber Apo.

Hevrêya me Şîrîn bi têkoşîna ku li çiyayên azadiyê daye ji rejîma Îranê re bûye tirs û xof.

Li gel vê, bi helwesta xwe ya li bara jiyanê û bi hevrêtiya xwe, felseya jiyanê ya Rêber Apo bi xwe re kiriye yek .

Şoreşa Rojhilat wê şoreşa jinê be. Di şexsê Şîrîn û Şîrînan de wê bibe şoreşa gelan a Rojhilata Navîn. Di demeke wiha de ku rejîma Îranê li ser Kurdan û jinan zext zêd ekiriye, em diyar dikin divê jin biherike qadên têkoşînê û berxwedanê li dijî hişmendiya faşîst geş bikin.

KJAR: Şehîdên meha Gulanê sembola berxwedanê ne

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR jî bi heman boneyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meha Gulanê di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de weke meha şehîdan tê bi navkirin. Rojên Gulanê ji xwînê sorin û bi gulan hatiye xemilandin. Têkoşîna ji heval Heqî Karar destpêkirî, heya îro dewam dike. Meha Gulanê ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwedî wateyek mezine.

KJAR’ê anî ziman ku:

Ji bo azadî, avakirina civaka demokratîk û azad, heya dawiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

PJAK: Şehîd Şêrîn mînaka têkoşînê ya ji bo azadiya jinan e

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK jî di salvegera 11’an a darvekirina şoreşgeran de daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

Şehîdên meha Gulanê di rastiyê de dîwarê tirs ya rejîma faşîst a Îranê ruxand û bû sedema serhildanê. Ne tenê bandora xwe li ser gelê Kurd kir, li ser hemû gelên zilm lê tê kirin li Îranê çêbû. Ger îro hêza gerîla gihaştiye asta xwe ya herî bilind, serhildana gelê me ya li kolanan dijî faşîst, xurtir bûye.

Back to top button